Emced Emînî, bavê Jîna Emînî, piştî ku hat girtin û şandin malê

13:40 - 16 Îlon 2023

Îro Şemî 25ê Xermanana sala 1402an, piştî binçavkirina Emced Emînî, bavê Jîna Emînî, ji aliyê hêzên Pasdaran ve dema ku ji malê derdiket, piştî ku bo saziyeke ewlehiyê hat veguhestin û vegeriya mala xwe, di bin çavdêriya hêzên ewlehiyê yên serkutkar de ye. 

Li gor çavkaniyek agahdar bo Kurdpa yê; Hemû hêlên pêwendiyê yên li gel malbata Jînayê hatine qutkirin û rê nadin kes derbasî mala wan bibe û hemû kolan û meydanên derdora mala malbata Jîna Emînî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên serkutkar ve hatine dorpêçkirin û îzina hatinûçûnê ji ti kesî re nayê dan.

Di heyama heftiya derbasbûyî de, bi helkefta salvegera kuştina Jîna Emînî, zêdetir ji 4 caran Emced Emînî, bavê Jîna, bo dezgehên ewlehiyê hatiye gazîkirin.