Bane: Kolberek ji ber gulebarana leşkerên dewletê jiyana xwe ji dest da

11:12 - 5 Tebax 2023

Êvariya roja Pêncşemî 12`ê Gelawêjê, kolberek bi navê “Hoşyar Emînî Dûsîne” kurê Mihemed xelkê gundê “Dûsîne” ya Banê, ji aliyê leşkerên dewletê ve hat gulebarankirin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, ev kolber piştî ku ji sînorê “Hengejale” ya bajarê Banê vedigeriya, li xala kontrolê ya Xorî Abadê, ji aliyê leşkerên dewletê ve rastî golereşandinê hat.

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Leşkerên hikûmetê bêyî haydarkirinek berê li ser xala pişkinînê ya “Xorî Abad” di gel komek kolberên dane ber goleyan.

Vê çavkaniya haydar diyar kir: Leşkerên hikûmetê ev kolber di dema ku ti bar hilnegirtine kirine armanc.

Vê çavkaniya haydar got: Hoşyar Emînî Dûsîne bi sedema ketina gulleyekê li serê xwe canê xwe ji dest da.

Piştî vê bûyerê Hoşyar Emînî Dşsîne bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî Banê hat veguhastin û termê wî roja Înê 13ê Gelawêjê radestî malbata wî hat kirin.