Veguhastina mamosta Mihemed Şerîfî bo girtîgeha Îtlaata Urmiyê

11:30 - 31 Tebax 2023

Roja Çarşemî 8’ê Xermananê, mamostayê olî yê Kurd ê bi navê “Mamosta Mihemed Şerîfî” temen 37 salî û xelkê Bokanê, ji Îdareya Îtila`ata vî bajarî bo girtîgeha îtla`ata bajarê Urmiyê hat veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev mamostayê kurd ji mefê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re bê par bûye ye.

Roja Yekşemî 5ê Xermananê, demjimêr 12 nîvro, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê, avêtine ser mala vî mamostayî û piştî şikandina derî û pencereya mala wî, ew binçav kirin.

Piştî lêgerîna mala vî mamostayê olî, hêzên ewlehiyê dest danîn ser laptop, telefona, kamera û pirtûkên wî û hevjîna wî.

Heya niha ti zanyariyên berfireh derbarê sedema binçavkirin û tohmetbarkirina mamosta Mihemed Şerîfî de bi dest neketiye.