Binçavkirina bi tunditîjî ya rojnamevana Kurd Nazîla Merûfiyan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

11:28 - 31 Tebax 2023

Roja Çarşemî 8’ê Xermananê, Nazîla Merûfiyan, rojnamevana Kurd a xelkê Seqizê û rûniştiyê bajarê Tehranê, careke din ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li mala xwe de hate binçavkirin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê deriyê mala vê rojnamevanê şikandine û di dema binçavkirinê de bi tundî li wê xistine.

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Piştî ku Nazîla Merûfiyan 3 caran daxwaza wê ji aliyê girtîgeha Qereçek ya Veramînê ve hat redkirin, bo benda 209 a girtîgeha Êvînê hat veguhestin.

Ajansa Tasnim a ser bi Spahê Pasdaran ragihand ku bi biryara dozgeriya Êrşadê (Ewlehiya Exlaqî) bi tohmeta “propagandakirina drewan” hatiye binçavkirin, li gorî vê medyaya hikûmetê, ragihandina xwebexş a wê di qada giştî û medyaya civakî de, weke yek ji sedemên binçavkirina Nazîla Merûfiyan hatiye ragihandin.

Roja Duşemî 23ê Gelawêjê, Nazîla Merûfiyan bi sedema “weşandina wêneyekî bê hicab û bilindkirina destê xwe bi mebesta sembola serkeftinê” ligel “heqaret û heqaretên ku kêrhatiyê mirovan ninin” di nava kêmtirî 24 demjmêran de dubare hat binçavkirin. Û bi givaşên dozgerê Tehranê bo girtîgeha Qereçek Veramîn hate veguhastin û roja Çarşemî 25’ê Gelawêjê ji girtîgeha Qereçekê hate berdan.

Roja Yekşemî 22ê Gelawêjê, Nazîla Merûfiyan piştî danîna barimteya 300 milyon Tûmenî ji girtîgeha Êvînê bi awayekî demkî hat azadkirin.

Roja Şemî 14’ê Gelawêjê, ev rojnamevana Kurd, bi sedema “zexta demarî û lezbûna lêdana dil” ji girtîgeha Êvînê bo nexweşxaneya Taliqanî ya Tehranê hatibû veguhastin û piştre bo girtîgehê hatibû veguhestin.

Nazîla Merûfiyan ji ber ku hicaba ku ji aliyê hikûmetê ve hatiye ferzkirin, ji mafê hevdîtinê û pêwendiya bi malbata xwe re bêpar ma û bi rêgiriya danîa barimteyê li dadgeha Êvînê rû bi rû bû.

Roja Şemiyê 17’ê Gelawêjê, Nazîla Merûfiyan piştî destpêkirina serhildana şoreşgerî ya Jin, Jiyan, Azadî, bo cara duyemîn hat binçavkirin û piştî ku ji bo dozgeriya Êvînê hatibû gazîkirin û piştre ji bo girtîgeha Wezareta îtla`atê naskiriye bi benda 209 a girtîgeha Êvînê li beşa jinan a vê girtîgehê hatibû veguhastin.

Roja Sêşemê 13ê Tîrmehê hêzên Wezareta Îtla`atê avêtin ser mala wê rojnamevanê û dest danîn ser laptop, telefona û tomarên wê û jê re gotin ku divê roja Şemiyê 17ê Tîrmehê biçe dozgeriya Êvînê.

Roja Duşemî 22`ê Cozerdana 1402`an, vê rojnamevanê rûbirûbûna hêza yekîneya taybet û destdirêjiya seksî ya vî efserî li şanoya bajêr bi sedema nebûna hicaba bizorê eşkere kir.

Roja 30’ê Cozerdanê li çarrêya Velî`sr a Tehranê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve rastî lêdanê hatibû.

Ev rojnamevan di Rêbendana sala 1401`an de, bi tohmeta “propagandaya dijî nizamê” û “weşandina derewan bi mebesta alozkirina hizra giştî” ji aliyê taya 26 a Dadgeha Şoreş a Tehranê ve bi serokatiya dadwer Efşarî, bi du sal heps hatibû cezakirin, û bi rêya weşandina hevpeyvîna digel bavê Mehsa Emînî". 15 milyon Tûmen cezayê pere û 5 sal qedexeya derketina derveyî welat û 2 sal heps jî bo 5 salan hatiye rawestandin.

Roja Duşemî 19`ê Rêbendana 1401`an, Nazîla Merûfiyan bi danîna barimteya 600 milyon Tûmenî heta dawîhatina dozê, bi awayekî demkî ji girtîgehê hat azadkirin.

Ev rojnamevana xelkê Seqizê, roja Yekşemî 8`ê Xezelwera 1401`an, li peywendiya digel Emced Emînî bavê Jîna Emînî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin.