Sine; Beyan Fereculahî bi danîna barimteyê hat berdan

11:27 - 28 Tebax 2023

Roja Şemî 4ê Xermananê, welatiya bi navê Beyan Fereculahî ya xelkê bajarê Sinê piştî danîna barimteya Du milyar Tûmenî, bi awayê demkî ji navenda çaksaziya Sinê hat berdan.

Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiya han di heyama binçavkirinê de, ji mafê hebûna parêzerekî diyarkirî û hevdîtina bi malbata xwe re bê par bûye.

Êvariya roja Duşemî 26`ê Tîrmehê, hêzên ewlehiyê bi ser mala wê welatiya han de girtin û bêyî pêşkêşkirina belgeya dadgehê ew binçav kirin.

Xanima Fereculahî ji bo jêpirsînê bo navenda îtla`ata Sinê veguhastibûn.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq sedema binçavkirin û tometbarkirina vê welatiya Kurd de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.