Li Merîwanê welatiyekî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin

11:10 - 5 Tebax 2023

Sibeha roja Çarşemî 11`ê Gelawêjê welatiyê bi navê “Alan Erdeşîrî” xelkê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî pêşkêşkirina belgeya dadgehê avêtine ser mala malbata vî welatiyê han û bi tundûtîjiyê ew binçavkirin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, derbarê sedema binçavkirin û tohmetên Alan Erdeşîrî de ti agahî nehatine bidestxistin.