Bokan; Mamoste Mihemed Şerîfî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin

11:24 - 28 Tebax 2023

Roja Yekşemî 5ê Xermananê, mamostayê olî yê Kurd yê bi navê “Mamosta Mihemed Şerîfî” temen 37 salî û xelkê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.

Li gor çavkaniyek ku ji Kurdpayê re ragehandiye, demjimêr 12:00ê nîvro hêzên ewlehiyê bêyî pêşkêşkirina belgeya dadgehê bi ser mala vî meley de girtin û piştî şikandina derî û pencereyên mala wî, ew binçav kirin.

Vê çavkaniya haydar diyar kir: Hêzên ewlehiyê piştî vekolîna mala vî mamostayê olî, dest danîn ser laptopa wî, telefona hevjîna wî, kameraya CCTV û pirtûkên wî û bi xwe re birin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirin û tohmetbarkirina mamosta Mihemed Şerîfî de nîne.