Protestoyên Jin, Jiyan, Azadî; Jotiyar Eşrefzade û Mêhoş Tevesolî hevjînên Pîranşarê bi cezayê hepsê û çavdêriya elektronîk hatin cezakirin.

16:38 - 27 Tebax 2023

Jotiyar Eşrefzade û Mêhoş Tevesolî hevjînên xelkê Pîranşarê, ji aliyê dadgeha Şoreş a vî bajarî ve, bi sê sal heps û 2 sal çavdêriya elektronîkî hatin cezakirin.

Li gor çavkaniyek ku gihîştiye Kurdpayê, Jotiyar Eşrefzade bi sê sal heps û hevjîna wî Mêhoş Tevesolî jî bi du sal çavdêriya elektronîk hatiye cezakirin. Tawanên wan komkirin û lihevkirin li dijî ewlekariya netewî û propaganda li dijî hikûmetê bûye.

Vê çavkaniya agehdar ragihand; Îdareya Îtila`ata Pîranşarê, biryara dadgeha yekem a van hevjînan protesto kir û daxwaza cezakirina giran bo wan kir.

Sibeha roja Pêncşemî 28’ê Rezbera sala 1401’an, Jotiyar Eşrefzade û Mêhoş Tevesolî ,bi tohmeta beşdarbûna di xwenîşandanên jin, Jiyan û Azadî de, bêyî biryara dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin û piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê, bi barimteyê hatin berdan.