Li ser sînorê Bane kolberekî xelkê Merîwanê birîndar bû

17:10 - 23 Tebax 2023

Roja Sêşemî 31’ê Gelawêjê kolberekî bi navê “Omîd Lotfî” yê xelkê Merîwanê li sînorê “Kêlê” ya bajarê Banê ji aliyê hêzêm leşkerî yên hikûmetê ve hat birîndarkirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî hişyariyek berê rasterast gule berdane vî kolberî.

Vê çavkaniya agehdar zêde kir: Ev kolber di vê bûyerê de ji pişt û navtenga xwe bi giranî birîndar bûye.

Ev kolber ji bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî Banê hat veguhestin.