Li encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, 2 kolber li sînorê Newsûdê birîndar bûn
11:56 - 2 Tebax 2023
Demjimêrên şeva Sêşemiyê 10`ê Gelawêjê, 2 kolber ên bi navên “Erkan Rehmanî û Layiq Derwîşî” ên xelkê bajarê “Ciwanro”yê, li encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê li sînorê Newsûdê birîndar bûn.
Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî bê agehdarkirina berê teqe li wan 2 kolberan kirine.
Ew 2 kolberên han ku navteng û destê wan birîndar bûne, bo çareseriya pizîşkî bo navendên dermanî hatine veguhastin.