Saman Paşayî piştî 52 rojan girtina di hucreya yek kesî de, ji bo îtirafên bi zorê di bin givaşan de ye

12:01 - 19 Tebax 2023

Saman Paşayî xwediyê medala cîhanî ya ferengî û xelkê Seqizê, piştî derbasbûna 52 rojan ji binçavkirinê û di odeya takekesî ya Girtîgeha îtla`ata Sinê de ji bo wergirtina îtirafên bi zorê, di bin givaşên tund ên hêzên ewlehiyê de ye.

Li gor çavkaniyeke agahdar Kurdpayê; Malbata vî girtiyê siyasî roja Yekşemî bi amadebûna du karmendên ewlehiyê karîne bi wî re hevdîtin pêk bînin û Paşayî gef jê xwarin ku eger hevkariyê ji bo îtirafên bizorê neke, dê ji karê xwe were dûrxistin û destûr nayê dayîn ku her karî bike, heta boyaxkirin jî, ew jî dê bê binçavkirin û dê wî di bê çarenivîsiyê de bihêlin.

Vê çavkaniya agehdar ragihand; Saman Paşayî di odeya takekrsî ya Girtîgeha îtla`ata Sinê de di bin givaşên giran ên derûnî de ye û malbata wî nîgeranê rewşa wî ne.

Beriya vê hevdîtinê, vî werzişvanî tenê 30 deqeyan karîbû bi malbata xwe re peywendiyeke telefonî bike. Hîn jî destûr nayê dayîn ku ji xwe re parêzer destnîşan bike.

Roja Yekşemî 11`ê Tîrmehê, Paşayî bêyî nîşandana belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin.

Saman Paşayî doktoraya xwe di warê fîzyolojî û xwarina werzişî de wergirtiye û endamê Akademiya Netewî ya Pizîşkî ya Werzişî ya Amerîkayê ye ku li zanîngehên Kurdistanê mamostetiyê dike.

Heta niha derbarê sedema girtin û tohmetbarkirina vî mamostayê zanîngehê de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.