Gazîkirina dubare ya mamosta Hadî Ehmedî bo dadgeha Taybet a Rûhaniyet ya Kirmaşanê

15:53 - 17 Tebax 2023

Mamosta Hadî Ehmedî, mamostayê Mekteba Zanistên Olî ya Şems El-Erefîn Necar a Pawe, careke din bo Dadgeha Taybet a Rûhaniyet ya Kirmaşanê hat vexwendin.

Ev mamostayê Olî pêka gazînameya ku gihîûtiye destê wî, divê roja Çarşemî 1ê Xermananê li Dadgeha Taybet a Rûhaniyet ya Kirmaşanê amade bibe.

Roja Çarşemî 21ê Tîrmehê mamosta Hadî Ehmedî bo Dadgeha Taybet a Rûhaniyet ya Kirmaşanê hatibû vexwendin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, derbarê tohmetên mamosta Hadî Ehmedî de ti zanyariyên berfireh neketine dest.