Li Şino welatiyekî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin

16:44 - 16 Tebax 2023

Sibeha roja Çarşemî 25`ê Gelawêjê, welatiyek bi navê “Şîrvan Xizrî” xelkê gundê “Bîmizirte” ya ser bi Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin û bo cihekî nediyar hat veguhestin.

Li gor çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî nîşandana belgeya dadgehê avêtine ser mala vî welatiyê han û ew binçav kirine.

Ev welatiyê Kurd, roja Înê 20’ê Xezelwera 1401’an, bêyî nîşandana belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û roja Sêşemî 25’ê Rêbendana 1401’an, piştî danîna barimteyê ji girtîgeha Şinoyê hat azadkirin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, derbarê sedema binçavkirin û tohmetbarkirina Xizirî  ti agahî nehatine bidestxistin.