Bane: Kolberek ji aliyê leşkerên dewletê ve hate birîndarkirin û kolberek jî hate kirin

21:17 - 14 Tebax 2023

Roja Yekşemî 22’ê Gelawêjê kolberek bi navê “Tahir Îsmaîl Tiwana” kurê Elî xelkê Pîranşarê, li sînorê “Hengejale” ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve birîndar bû û kolberekî din yê bi navê “Şîrzad Îsmaîl Tiwana” kurê Husên xelkê Pîranşarê, ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat binçavkirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bêyî haydariya berê gule berdan Tahir Îsmaîl Tiwana.

Vê çavkaniya agehdar got jî: Heya niha hewlên malbata Şîrzad Îsmaîl Tiwana bo azadkirina demkî ya wî bê encam mane.

Vê çavkaniya haydar rewşa giştî ya Tahir Îsmaîl Tiwana baş ragihand.

Şîrzad Îsmaîl Tawana zewicî ye û du zarokên wî hene.

Di vê derbarê de, roja Yekşemî 22’ê Gelawêjê, kolberê bi navê Erselan Resûlî yê xelkê gundê “Bîşasba Jorê” ya Serdeştê, li sînorê “Hengejale” ya bajarê Banê, ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmetê ve rastî golereşandinê hat û canê xwe jidestda.