Du xwendekarên Koleja Teknîkî ya Keçan a Sinê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin

10:25 - 14 Tebax 2023

Roja yekşemî 22’ê Gelawêjê, Ziryan Melayî û Zîlan Melayî xwendekarên mîmarî yên Koleja Teknîkî ya Keçan a Sinê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo cihekî nediyar hatin veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê avêtine ser mala van her du xwîşkên xwandekar li “Kemerbendî 17 Şehrîvar (Ferehh)” û bêyî nîşandana belgeya dadgehê ew binçav kirine.

Ziryan Melayî xwendekara bawernameya karnasiya mîmariyê ye û Zîlan Melayî jî xwendekara lîsansê di beşa mîmariyê de ye.

Ziryan û Zîlan Melayî zarokên Celîl û Beharê ne.

Heya dema bilav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derbarê sedema binçavkirin û tohmetên van her du xwendekarên Kurd de tine.

Wêne ji rastê ber bi çepê: Zîlan û Ziryan Melayî