Bokan; Ciwanekî Kurd piştî banghêjkirin bo îdareya Îtila`atê, hate binçavkirin

11:59 - 12 Tebax 2023

Roja Şemî 14`ê Gelawêja 1402 a Rojî, ciwanekî Kurd ê bi navê “Erselan Yûsifî”, temen 29 salî û xelkê gundê “Silamet”ê ser bi bajarê Bokanê, piştî banghêjkirin bo îdareya Îtila`at a wî bajarî, hate girtin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî piştî binçavkirina wî welatiyê Kurd, dest bi ser tirombîla wî de jî girtine.

Herwisa wê çavkaniya agehdar gotiye: “Erselan Yûsifî ji dema binçavkirinê ve heta niha ji mafê destpêregihîştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe, bêpar bûye.

Herwisa vê çavkaniyê gotiye: “lipeykevtinên malbata Yûsifî bo agehdarbûn ji qedra kurê wan, bê encam mane.

Heta belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên sepandî bi ser “Erselan Yûsifî” de ti zaniyariyek li berdest de nîne.