Cezayê darvekirinê yê girtiyekî xelkê Hersînê li girtîgeha Hemedanê

15:50 - 9 Tebax 2023

Sibeha roja Çarşemî 18’ê Gelawêjê, girtiyê bi navê “Ehed Haşimî” yê xelkê bajarê Hersîn a parêzgeha Kirmaşanê li girtîgeha Hemedanê hate bidarvekirin.

Ev girtiyê han ji bo cîbicîkirina hukmê îdamê roja Duşemî 16`ê Gelawêjê bo odedya take kesî hatibû veguhastin.

Berê bi tawan “kirîn û firotina madeyên hişber”ê hatibû binçavkirin û ji aliyê dezgehên dadwerî yên bajarê Hemedanê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.