Serdeşt; Binçakirina ciwanekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

15:49 - 9 Tebax 2023

Roja Sêşemî 17`ê Gelawêjê welatiyekî bi navê “Ramîn Hesennejad” xelkê gundê “Sîser” a Serdeştê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê bêyî pêşkêşkirina belgeya dadgehê ev ciwan binçavkirine.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, derbarê sedema binçavkirin û tohmetên li ser Ramîn Hesennejad de ti agahî nehatine bidestxistin.