Rehîm Şamî girtiyê li girtîgeha Mehabadê hîn bê çarenivîs e

15:48 - 9 Tebax 2023

Welatiyê Mehabadê Rehîm Şamî tevî ku 8 meh bi ser binçavkirina wî re derbas bûye, hîna jî di girtîgeha Mehabadê de bê çarenivî se.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzerê destnîşankirî re bê par bûye û rûniştina wî ya dadgehê nehat lidarxistin.

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Rehîm Şamî roja 10`ê Sermawez a sala 1401`an, bi tohmeta beşdariya di xwenîşandanên Jin, Jiyan, Azadî de, bo Rêxistina Îtla`ata Spaha Pasdaran hatibû gazîkirin û piştî çûyîna bo vê saziya ewlehiyê li Mehabadê hatibû binçavkirin.

Vê çavkaniya haydar diyar kir: Ev welatiyê Kurd ji bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtla`ata Spaha Pasdaran a bajarê Urmiyê hatibû veguhastin û 2 mehan ji bo îtirafkirina bi zorê di bin givaşan de bû û di vê heyamê de tenê carekê kariye bi telefonê bi malbata xwe re peywendiyê bike.

Heta niha li derheq tohmetbarkirina Rehîm Şamî de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.