Li sînorê Newsûdê aliyê kêm 7 kolber birîndar bûn

13:14 - 8 Tebax 2023

Şeva Yekşemî 15ê Gelawêjê, aliyê kêm 7 kolber li encama teqeya hêzên leşkerî ya hikûmetê li sînorê Newsûdê, hatine birîndrakirin

Nûçegihanê Kurdpayê li bajarê Pawê, nasnameya wan 7 kolberan ên bi navên “Îhsan Resûlî yê xelkê Pawê, Selam weysî, Mîlad Bazanî, Nîma E`izemî û Huşyar Bazanî yên xelkê bajarê Ciwanro û Ferşad Xelkê Selasa Bawecanî” ragihand.

Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de bi nûçegihaniya “Kurdpa”yê re gotiye: “Hêzên leşkerî yên hikûmetê bi bê agehdarkirina berê, bi ser desteyek ji kolberan de gulle reşandine û ew kolber bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya “Quds” a bajarê Pawê hatine vegihastine.

Herwisa wê çavkaniya agehdar gotiye: “Piraniya wan kolberan, ser, dest û piyên wan birîndar bûne û “Îhsan Resûlî” jî gulle li ser singê wî kevtine û li nexweşxaneya Quds a bajarê Pawê niştergerî bo hatiye kirin.

Herwisa wê çavkaniyê ev yeka jî gotiye, ku rewşa tendirustiya hejmarek ji wan kolberên birîndarbûyî xirab e.

Roja Şemî 14ê Gelawêja 1402 a Rojî, kolberek ê bi navê “Rewsûl Gageşî” yê xelkê bajarê Serdeştê li rêya çûna nav bajarê Banê û li dema ku kasibkarek ji destê hêzên leşkerî direvî û ew hêzane li pey kevtibûn, rastî bûyera hatinûçûnê hat û canê xwe ji dest da.

Wêne ji rast ve bo çep: Îhsan Resûlî, Nîma E`izemî