Qerdera “Seyîd Ehmed Talane” li girtîgeha bajarê Mihabadê hê jî rohn nebûye

16:41 - 6 Tebax 2023

Welatiyekî Kurd ê bi navê “Seyîd Ehmed Talane” yê temen 28 salî û kurê “Seyîd Rehîm” ê xelkê bajarê Mihabadê, hê jî qedera wî nerohn e û di girtîgeha vî bajarî de maye.

Pêka gortina çavkaniyeke egehdar, ew welatiye heta nîha, ji mafê destpêregihîştin bi parêzer bêpar bûye.

Herwisa wê çavkaniya agehdar gotiye: “Seyîd Ehmed Talane, piştî bi dawîhatina lêpirsînan ji girtîgeha ewlehî bo girtîgeha bajarê Mihabadê hatiye veguhastin.

Roja Yekşemî 28ê Cozerdanaê, ew ciwane li nêzî mala wan û bi bê belgeyên yasayî, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmetên serpandî bi ser navbirî de ti zaniyariyek li ber nîne.