Seqiz; Kolberek ji aliyê leşkerên dewletê ve hat kuştin

16:39 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2023

Sibeha roja Çarşemî 4`ê Gelawêjê, kolberê bi navê “Hesen Tofîqzade naskirî bi (Hesen Iraqî)” xelkê Serşîwa Seqizê, bi sedema gullereşandina hêzên leşkerî yên dewletê li sînorê “Bistam”a vî bajarî, canê xwe ji dest da.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bê hişyariyek berê rasterast gule berdane vî kolberî.

Hesen Tofîqzade sala 1338’an ji dayîk bûye, zewicî ye û xwediyê du zarokan e.