Kirmaşan; Welatiyek ji aliyê hêzên ewlehiyêl ve hat kuştin

16:38 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2023

Êvariya roja Çarşemî 4’ê Gelawêjê li taxa “Ceferabad” a bajarê Kirmaşanê welatiyê temen 40 salî yê bi navê “Elî Nezerî” bi guleya hêzên ewlehiyê jiyana xwe ji dest da.

Li gor çavkaniyeke haydar, demjimêr 20:00 êvariya roja Çarşemê, ev welatiyê han ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li taxa “Ceferabad” hatû şopapandin û bi sedema bekevtina çend guleyan bi singe wî canê xwe ji dest da.

Ev welatiyê Kirmaşanê pêştir di dosyeyeke tawanan de bi tohmeta “şer û pevçûn û kuştinê” cezayê dana diyê lê hatibû birîn.

Termê Elî Nezerî bo pijîşkiya dadwerî ya Kirmaşanê hatiye veguhastin û heta niha jî radestî malbata wî nehatiye kirin.