4 welatiyên Kurd li girtîgeha navendî ya Îlamê dest avêtin bi gireva birçîbûnê

10:38 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2023

Ji roja Yekşemî 1’ê Gelawêjê ve, 4 welatiyên Kurd ênbi navên “Newîd Mihemednejad”, “Mehrdad Qêyserbeygî”, “Eyûb Gravend” û “Yûnis Gravend” yên xelkê bajarê Serable, bi armanca nerazîbûna li hember berdewamiya binçavkirin û neşopandina dosyeya wan ji aliyê dozgerê Serable li girtîgeha navendî ya Îlamê dest avêtin bi gireva birçîbûnê.

Li gor çavkaniyeke agehdar, piştî hefteyekê ji binçavkirina han, ev 4 welatî ji girtîgeha a Îlamê bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hatine veguhastin û heta niha jî di girtîgehê de ne.

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Malbatên van 4 welatiyan bo agehdarbûn li rewşa dosyeya van serdana dadgeha Serable kirin, lê dozger red kir ku dosyeya wan birêve bibe.

Ev 4 welatî, roja Yekşemî 21’ê Cozerdanê, bê radestkirina belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha Îdareya Îlamê hatin veguhastin.

Ev 4 girtiyên han li girtîgeha Îlamê ji bo îtirafên bi zorê rastî îşkenceyên fîzîkî û derûnî hatin.