Pîranşar; Bi sedema teqîna mînê welatiyek bi giranî birîndar bû

16:46 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2023

Roja Duşemî 2’ê Gelawêjê welatiyekî Kurd bi navê Seyîd Kêyvan Seyîdpûrî kurê Seyîd Ehmed û xelkê gundê Qoruçave ya Pîranşarê bi sedema teqîna mînekê bi giranî birîndar bû û rewşa giştî ya wî xirabe.

Li gor çavkaniyek haydar, ev welatiyê han li dema çêrandina dewaran li nêzikî binkeyek leşkerî ya vala ya gundê “Qoruçave” de, tûşî teqîna mînekê bûye.

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Di vê bûyerê de zendê vî welatiyê Kurd qutbûye û çavê wî jî ziyaneke mezin dîtiye.

Vê çavkaniya haydar diyar kir: Seyîd Kêyvan Seyîdpûrî destpêkê ji bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya Pîranşarê hat veguhastin û bi sedema giraniya birîna wî, bo nexweşxaneya bajarê Urmiyê hat veguhestin.

Ev welatiyê han 30 salî ye, û zewicî ye û zarokek wî heye.