Seqiz; 15 sal cezayê girtîgehê li çalakvanê medenî yê bi navê Eyûb Cewanpûr hat birîn

13:25 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2023

Eyûb Cewanpûr, çalakvanê medenî yê xelkê Seqizê, ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreş a vî bajarî bi serokatiya dadwer “Kêyvan Cehanî” bi 15 sal heps hat cezakirin.

Li gor biryara roja Şemiyê 31’ê Pûşperê, ev çalakvanê medenî bi tohmeta “propaganda dijî hikûmetê”, “rêveberiya girseya zêde ji du kesan li hundirê welat” bi deh sal hepsa te`zîrî “heqaret li damezrînerê Komara Îslamî ya Îranê” û du sal hepsa te`îzîrî “heqaret li rêberê Komara Îslamî ya Îranê” bi salek hepsa te`zîrî hatiye cezakirin.

Di belgenameya derheq vî çalakvanê medenî de ku ketiye destê Kurdpayê: Li gor madeya 134 a yasaya sizaya îslamî û madeya 12 a yasaya kêmkirina sizayan, tenê cezayê herî giran di warê hejmara tawanan de tê cîbicîkirin. Eger sizaya giran ji ber sedemek ji sedemên yasayî kêm bibe yan jî bê guhertin, yan jî ji ber sedemeke weke betalkirina cezayê yasayî yan jî derbasbûna demê bê cîbicîkirin, cezayê giran yê din tê cîbicîkirin û di vê rewşê de, rêjeya cezayê yên berê dê cîbicî bibe, di cîbicîkirina cezayê giran yê din de tê hesabkirin.

Biryara der barê vî çalakvanê medenî de bi amadebûnê bûye û di heyama 20 rojan de ji roja ragihandinê dikare li dadgehên pêdaçûnê yên parêzgeha Sine de ye.

Roja Şemî 20’ê Cozerdanê hêzên ewlehiyê ev çalakvanê medenî bê nîşandan belgeya dadgehê û bi tundûtîjiyê ev welatî binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo girtîgeha Îdareya Îtila’ataSinê hatibû veguhastin.

Cewanpûr piştî lêpirsînê bo girtîgeha Seqizê hatibû veguhastin.