Kolberê bi navê Mihemed Salih Qenberî ji Ciwanroyê bo nexweşxaneyeke Tehranê hat veguhastin

16:08 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2023

Mihemed Salih Qenberî kolberê xelkê gundê “Sefî Ava” a ser bi navçeya Ciwanroyê, ji ber rewşa wî ya giran bo nexweşxaneyeke Tehranê hat veguhestin.

Li gor çavkaniyeke agehdar bo Kurdpayê, îhtimala ku kolberê han lingê xwe bo hertimî ji dest bide, ne dûr e.

Ev kolber roja Şemî 24’ê Pûşperê, li sînorê “Tete” ya Hewramanê, ji ber gulleyên hêzên hikûmetê ji lingê xwe yê rastê bi giranî birîndar bû û ji bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya Îmam Riza Kirmaşanê hatibû veguhastin.