Îlam; Du welatî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin

11:43 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2023

Roja Yekşemî 25`ê Pûşperê, welatiyekî bi navê “Mîlad Murşidî” yê temen 28 salî û xelkê devera “Karzan” a bajarê “Sîrwan”ê ser bi parêzgeha Îlamê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û bo ciheke nexya hate veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, “Mîlad Murşidî” bê nîşandana belgeya dadweriyê ji aliyê hêzên ewlehî ve, hatiye binçavkirin.

Herwisa roja Pêncşemî 22`ê Pûşperê, welatiyekî din yê bi navê “Şehriyar Feryadiyan” ê temen 27 salî û xelkê bajarê “Serawilê”, bê nîşandana belgeya dadweiyê ji aliyê hêzên ewlehî ve, hatiye binçavkirin û bo ciheke nexuya, hatiye veguhastin.

Ew 2 welatiyên han li meha Xezelwera 1401 a Rojî de jî, li meşa şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin û piştre bi danîna barimteyê hatibûne azadkirin.

Heta belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmetên sepandî bi ser wan 2 welatiyan de ti zaniyariyek li ber dest nîne.

Wêne ji rast bo çep: “Şehriyar Feryadiyan, Mîlad Murşidî