Sine; “Beşîr Nûrî” bi danîna barimteyê hate azadkirin

17:20 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2023

Roja Duşemî 26`ê Pûşperê, Welatiyê xelkê bajarê Sinê “Beşîr Nûrî” bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî, bi awayê demkî ji girtîgeha îdareya Îtila`at a wî bajarî hate azadkirin.

Ew welatiyê han li heyama binçavkirinê de ji mafê destpêregihîştin bi parêzerê diyarîkirî, bêpar bûye.

Roja Çarşemî 3`ê Cozerdanê, “Beşîr Nûrî” bê nîşandana belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehî ve li şehreka Spaha Sinê, hate binçavkirin û roja Şemî 6`ê Cozerdanê bi rêya pêwendiya telefonî, bi malbata xwe re ragihandibû ku li girtîgeha îdareya Îtila`at a bajarê Sinê de ye.

Heta niha, ti zaniyariyeke serast li derheq sedema binçavkirin û tohmetên sepandî bi ser wî welatiyî de li berdest nîne.