Zarokekî xelkê bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

11:24 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2023

Li wan rojên dawiyê de, zarokekî 14 salî yê bi navê “Muhsin Şaboyî”, kurê “Hisên” û xelkê gundê “Şawane”yê ser bi bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bê nîşandana belgeya yasayî ew zarok binçav kirine.

Roja Sêşemî 20ê Pûşperê, Mamê “Muhsin Şaboyî” yê bi navê “Siyamend Şaboyî” ku endamê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bû, ji aliyê kesên ser bi komara Îslamiya Îranê ve li bajarê “Hewlêr”ê, hate terorkirin.

Heta belavbûna vê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û qedera “Muhsin Şaboyî” ti zaniyariyek li ber dest nîne.