Li bajarê Urmiyê, jinek ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

11:46 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2023

Sibêdeha roja Şemî 24’ê Pûşperê, welatiyek a bi navê “Lalîxan Nîkniya” xelkê gundê “Hekê” yê ser bi devera “Tirgewer” a bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin û bo cihekî nexuya hate veguhestin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî bê nîşandana belgeya dadgehê, avêtine ser mala wê welatiyê û ew binçav kirine.

Herwisa vê çavkaniyê gotiye: “Lalîxan Nîkniya bi tohmeta “Pêwendî digel yek ji Partiyên Opozîsiyona hikûmeta Îranê” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatiye binçavkirin”.

“Lalîxan Nîkniya” dayîka 4 zarokan e.

Heta belavbûna vê nûçeyê, ji qeder û cihê ragirtina wê welatiyê, ti zaniyariyek li ber dest nîne.