Mihemed Daniyalî piştî danîna barimtey ji girtîgeha Îlamê hat berdan

10:14 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2023

Mihemed Daniyalî temen 23 salî, endamê girûpa çiyageriya “Binar” a Avdananê, piştî 60 rojan binçavkirina demkî bi danîna barimteya 5 milyar Tûmenî, bi awayekî demkî ji girtîgeha navendî ya Îlamê hat azadkirin.

Ev welatiyê Kurd ji ber bêrêzîkirin û birîna porê wî û neşopandina dosyaya wî di dema binçavkirinê de, herî kêm du caran dest bi gireva birçîbûnê kir.

Roja 24’ê Banemera îsal, Daniyalî bi bê radestkirina belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlekarî yên bajarê Dêwolanê ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha Îlamê hatibû veguhastin.

Mihemed Daniyalî xelkê Avdanê ye û ji bo kar çûbû Dêwolanê.