Li sînorê Newsûdê kolberekî xelkê Ciwanroyê birîndar bû

10:37 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2023

Roja Duşemî 19’ê Pûşperê, kolberekî bi navê “Yûnis Mihemedî” û xelkê gundê “Bazan” a ser bi navçeya Ciwanroyê bi gulleyên hêzên dewletê yên li sînorê Newsûdê bi giranî birîndar bû.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên leşkerî yên hikûmetê bi bê hişyariyek berê teqe li vî kolberî kirine.

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Ev kolber bi gulleyên hêzên leşkeran di dest, navteng û pişta xwe de bi tundî birîndar bûye.

Yûnis Mihemedî ji bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneyeke bajarê Kirmaşanê hatiye veguhastin.