Du melayên Kurd bo îtla`ata Pîranşarê hatin gazîkirin

10:36 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2023

Mamosta Seyîd Cemaledîn Vajî û mamosta Şerîf Mehmûdpûr pêşnimêjê Înê yên Pîranşarê bo îdareya îtla`ata vî bajarî hatin gazîkirin û lêpirsîn ji wan re hat kirin.

Li gor çavkaniyeke agehdar bi Kurdpayê re, roja Sêşemî 20’ê Pûşperê, mamosta Seyîd Cemaledîn Vajî, bi sedema beşdariya di merasima sersaxiya Adil Muhacir û Luqman Acî, endamên Partiya Demokrat, ji aliyê destûpêwendiyên dewleta Îslamî ya Îranê ve hate terorkirin û hate gazîkirin, birin Îdareya Îtla`ata Pîranşarê û piştî derbasbûna çar demjmêran lêpirsînê hat berdan.

Vê çavkaniya haydar her wiha got: Roja Duşemî 19`ê Pûşperê, mamusta Şerîf Mehmûdpûr ji bo beşdariya di merasima sersaxiya Mûsa Îsmaîlî welatiyê girtî yê xelkê Peswê ku di bin eşkencekirina destûpêwendiyên Îtila`ata Urmiyê de canê xwe ji dest da, bo Îdareya Îtila`ata Pîranşarê hate gazîkirin û piştî 3 demjmêran lêpirsînê serbest hat berdan.

Êvariya roja Duşemî 3`ê Rêbendana 1401`an, Mela Seyîd Cemaledîn Vajî bi bê radestkirina belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û roja Çarşemî 19`ê Rêbendana 1401`an, bi danîna barimteya 500 milyon Tûmenî, bi awayekî demkî hatibû berdan.

Êvariya roja Duşemî 3’ê Rêbendana sala 1401’an, piştî xwendina daxûyaniya alim û oldarên Pîranşar û derdora wê di derbarê bidarvekirin, girtinên bê sînor, îşkencekirina girtiyan û bidarvekirin û sepandina cezayên giran li ser girtiyan, Mamusta Şerîf Mehmûdpûr ji aliyê dewleta Îranê ve hatibû binçavkirin û hêzên ewlekarî bi bê destûra dadweriyê, roja Yekşemî 23ê Rêbendana 1401`an, bi danîna barimteya 500 milyon Tûmenî heta dawîhatina dozê, bi awayekî demkî ji girtîgeha Urmiyê hatibû berdan.