Merîwan; Şêrko Roşenî bi barimteyê hat berdan

10:47 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2023

Roja Şemî 17’ê Pûşperê welatiyê Merîwanê Şêrko Roşenî bi danîna barimteya 545 milyon Tûmenî bi awayekî demkî ji girtîgeha vî bajarî hat azadkirin.

Roşenî di dema binçavkirinê de ji mafê hebûna parêzerê re bê par bûye.

Roja Yekşemî 20’ê Sermawez a sala 1401’an, Şêrko Roşenî yê temen 30 salî, û kurê Eta, li yek ji cadeyên Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin.

Piştî binçavkirina vî welatî, hêzên ewlehiyê li Merîwanê avêtine ser mal û baxçê wî û lêgerîn kirine.

Şêrko Roşenî ji bo lêpirsînê bo girtîgeha îtla`ata Sinê hatibû veguhastin û di dawiyê de piştî bidawîbûna pêvajoya lêpirsînê bo girtîgeha Merîwanê hatibû veguhastin.

Heya niha derbarê tohmetên li ser Roşenî ti zanyariyên berfireh nehatine bidest xistin.