Li Pîranşarê welatiyekî din ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin

10:43 - 11 Tîrmeh (Temûz) 2023

Sibeha roja Duşemî 19’ê Pûşperê welatiyek Kurd yê bi navê “Şoreş Îbrahîmî” xelkê gundê “Gergolê” ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehiyê li ser rêya Peswê-Mehabadê ev welatiyê hanê binçavkirin e û piştre avêtin ser mala wî li gundê “Gargul Serê” û lêgerîn kirin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti agahî derbarê sedema binçavkirin û tohmetên ku li ser Şoreş Îbrahîmî ber dest tune ye.