Şino; Ji bo du xwenîşanderan cezayê girtîgehê hat birîn

16:33 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2023

Mêhran Hesenzade û Mobîn Resûltab du xwenîşanderên xelkê gundê “Girdkaşan” a Şinoyê ji aliyê taya 101 a dadgeha Cezayê Giran a vî bajarî ve bi salek û 9 meh heps hatin cezakirin.

Li gorî biryarê, Mobîn Resûltab bi tohmeta “lidarxistina kombûn û lihevkirina li dijî ewlehiya netewî” salek û bi heman tohmetê jî 9 meh cezayê girtîgehê li Mêhran Hesenzade hatiye birîn.

Ev biryar di 25ê Cozerdana îsal de ji bo van her du ciwanên Kurd hatiye dayîn.

Ev her du xwenîşander roja Çarşemî 6`ê Rezber a 1401`an, bi tohmeta beşdarbûna di xwenîşandanên Jin, Jiyan, Azadî de, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn binçavkirin û roja Pêncşemî 7`ê Rezber a 1401`an bo girtîgeha Urmiyê hatibûn veguhastin.

Ev her dû xort di 8`ê Xezelwera 1401`an de bo girtîgeha Şinoyê hatibûn veguhastin û Mêhran Hesenzade di 9`ê Xezelwer a sala 1401`an de piştî danîna barimteya 200 milyon Tûmenî û Mobîn Resûlteb jî di 15`ê Xezelwer a sala 1401`an de, bi danîna barimteya 500 milyon Tûmenî hatibûn berdan.

Wêne ji rast ber bi çep: Mêhran Hesenzade û Mobîn Resûltab