Qetila welatiyê Pîranşarê Mûsa Îsmaîlî di bin îşkenceya Îtla`ata Urmiyê de

17:21 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2023

Mûsa Îsmaîlî welatiyê girtî yê xelkê Peswê ya Pîranşarê di bin îşkenceya hêzên hikûmetê yên li girtîgeha Îtla`ata Urmiyê de jiyana xwe ji dest da.

Li gor çavkaniyek agehdar ku ji Kurdpayê ragihandiye, roja Şemî 17’ê Pûşperê, bavê vî welatiyê han bi rêya telefonê bo Îdareya Îtila`ata Urmiyê hatiye gazîkirin û piştî çûna bo vê saziya ewlekarî, hatiye zanîn ku “kurê wî di bin îşkencê de canê xwe ji dest daye û belgeya mirinê jêra dane.

Vê çavkaniya agehdar got jî; Hêzên ewlehiyê ji bavê Mûsa Îsmaîlî re gotine ku “ti cenaze li gorê tunîne û nabe merasima mirina kurê wî li mizgeftê were lidaxistin. 

Vê çavkaniya agehdar ragihand; Mûsa Îsmaîlî di heyama du mehên binçavkirinê de ji mafê têkiliyên bi telefonê, û hevdîtina malbata xwe û hevdîtina bi parêzeran re bêpar bûye.

Êvariya roja Yekşemî 17’ê Banemerê ev welatiyê han bi tohmeta “endametî di yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê de” bi bê nîşandana belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin.

Her wiha hêzên ewlehiyê dest danî ser tirombîla Îsmaîlî û bi xwe re birin.

Mûsa Îsmaîlî kurê Mihemedemîn e, roja 16’ê Sermaweza sala 1370’an a Rojî ji dayîk bûye, zewicî ye û xwediyê du zarokan e.