Berdewamiya binçavkirin û bê çarenivîsbûna Şaho Berhem li Girtîgeha Navendî ya Urmiyê

17:37 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2023

Şaho Berhem 19 salî kurê Îsa yê xelkê Şinoyê, tevî derbasbûna 9 mehan li ser binçavkirina wî, hîn jî di Girtîgeha Navendî ya Urmiyê de ye.

Li gor çavkaniyeke haydar ya Kurdpayê, ev xortê Kurd di heyama binçavkirinê de, ji mafê hebûna parêzerekî diyarkirî re bê par bûye.

Vê çavkaniya agehdar her wiha got: Civîna dosyeya Şaho Berhem nehatiye lidarxistin û heya niha jî dadgehê biryara berdana wî ya demkî bi danîna barimteyê nehatiye nedayn.

Ev xwenîşander roja 19’ê Rezbera a sala 1401’an, bi tohmeta beşdarbûna di xwenîşandanên Jin, Jiyan, Azadî de, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo girtîgeha ewlehiyê ya Urmiyê hatibû veguhastin.