Urmiye; Welatiyekî Kurd piştî gazîkirina bo îtla`ata Spahê hat binçavkirin

11:48 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2023

Roja Duşemî 12’ê Pûşperê welatiyê Kurd yê bi navê “Heyder Nîkniya” kurê Selîm û xelkê gundê “Hekî” a ser bi navçeya Tirgewer a Urmiyê piştî ku bo îdareya Îtilaata Zêwa ya Mirgewer hatibû gazîkirin, hat binçavkirin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han ji bo lêpirsînê bo navenda îtla`ata Spaha Pasdaran a bajarê Urmiyê hatiye veguhastin.

Vê çavkaniya haydar diyar kir: Hêzên îtila`ata Spahê ev welatiyê han bi tohmeta “hevkarîkirina bi yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê re” gazî kiribûn.

Heta dema belav bûna vê nûçeyê, ti agahiyek derbarê rewşa Nîkniya de bi dest neketine.