Pawe gazîkirina mamostayekî olî yê Kurd bo Dadgeha Taybet a Rûhaniyet

11:43 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2023

Mamosta Hadî Ehmedî, wanebêj û mamostayê mizgefta Zanistên Olî ya Şems El-Arifîn a Necar a Pawe, bo Dadgeha Taybet a Rûhaniyet ya Kirmaşanê hat vexwendin.

Li ser gazînameya ku jê re hatiye, divê ev mamoste roja Çarşemî 21ê Pûşperê li Dadgeha Taybet a Rûhaniyet Kirmaşanê amade bibe.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, derbarê tohmetên li ser mamosta Hadî Ehmedî de ti zanyariyên berfireh tunîn in.