Li Seqizê jinek ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin
![](/content/upload/1/news-kurdpa/5254.jpg)
Roja Sêşemî 6’ê Pûşperê welatiya bi navê Şehla Çûpanî temen 35 salî keça Mihemed xelkê Seqizê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin.
Li gor çavkaniyek agehdar, demjimêr 9ê sibê hêzên ewlehiyê bi bê pêşkêşkirina belgeya dadgehê, avêtine ser mala bavê wê welatiya han li bajarokê Qewexê û ew binçav kirine.
Vê çavkaniyê agehdar got jî: Xanim Çowpanî bi tawana piştevanîkirin ji xwepêşandanên jin û jiyan û azadiyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye girtin.
Vê çavkaniya haydar diyar kir: Malbata Çûpanî ji bo ku ji çarenivîsa zaroka xwe bizanibin serî li îdareya îtla`ata Seqizê dane, lê ti bersivek wernegirtine.
Ev welatî di kargeha raçandina ferşan de dixebite.
Heya dema belav bûna vê nûçeyê, ti zanyariyên serrast derbarê çarenivîs û tohmetên li derheq Şehla Çûpanî de berdest tunînin.