Rewşa Solîna li beşa jinan a girtîgeha Urmiyê

10:24 - 24 Hezîran 2023

mînakek ji rewşa hemû zarokan, bi taybetî zarokên kêmneteweyan, di bendeyên jinan ên girtîgehên Îranê de.

Hamid Fermend - Enstîtuya Navdewletî ya Zarokên Girtiyan

1) Mafê hebûna belgeyên nasnameyê (Xala 7 ya Peymana Mafên Zarokan)

Li gor raporta Kurdpayê (30.06.1402an), “Solîna keça Se`ida Xedîrzade”, piştî salekê hîna jî belgeya nasnameya jidayikbûnê nîne.

Li gor lêkolîna Enstîtuya Navdewletî ya Zarokên Girtiyan (1400an) belkî gelek zarokên ku di girtîgehên Îranê de ji dayîk dibin, ji ber cudakariya li ser zayendê ji belgeya nasnameya jidayikbûnê bêpar in. Mînaka vê karesatê li Girtîgeha Qereçek ya Veramînê hatiye tomarkirin.

2) Mafê kirameta mirovan (Benda 2 ya Peymana Mafên Zarokan)

Li gor raporta Kurdpa (30ê Hezîrana 1402an) “Solîna” ji ber tohmetbarkirina dê û bavê wê bi sifata"terorîst" an "DAIŞ" tê binavkirin. Li gorî lêkolîna Enstîtuya Navdewletî ya Zarokên Girtiyan (1400an) binpêkirina kirameta mirovî ya zarokan li gelek girtîgeh û bendên jinan di derbarê zarokên ku bi dayikên girtî re tên kirin de rû didin.

Zarokên Ereb ên girtî di beşa jinan a girtîgeha Sipîdar a Ehwazê, zarokên Efxanî li beşa jinan a girtîgeha navendî ya Bûşehrê û zarokên jinên bi tawanên zayendî li girtîgeha jinan a Qerçek a Veramînê, mînakên qurbaniyên vê rengê binpêkirina mafên zarokan di girtîgehên Îranê de ne.

3) Binpêkirina gihîştina pêdiviyên bingehîn (Xalên 6 û 27 ên Peymana Mafên Zarokan)

Li gora raporta Kurdpa (30.06.1402an) “Se`ida Xedîrzade” dayîka “Solîna”, zaroka yek salî li benda jinan a girtîgeha Urmiyê de, nikare pêdiviyên sereke yên zaroka xwe yên weke şîrê hişk û kincên wê dabîn bike. Alîkariyan ji hevbendên xwe yên din distîne. Li gor lêkolîna Enstîtuya Navdewletî ya Zarokên Girtiyan (1400an), dabînkirina xwarinê ji bo zarokan û pêdiviyên din ên bingehîn, wek destpêragihîştin bi hewaya paqij an jîngeheke saxlem ji bo mezinbûnê, di piraniya girtîgeh û beşên jinan ên girtîgehên Îranê de tê binpêkirin. Ji sala 2019'an û vir ve li Girtîgeha Qereçeka Veramînê xwarina pitikan hatiye rawestandin. Xwarina benda jinan li girtîgeha Lakan a Reştê kêm û neguncaw e. Li gelek girtîgehan destpêragihîştin bi hewayê derve sînordar an jî qedexe ye.