Welatiyekî Kurd bi 15 meh heps hat cezakirin

11:09 - 30 Gulan 2023

Welatiyê Kurd yê bi navê “Rêbwar Talbî” kurê Kemal û xelkê Banê, ji aliyê taya 101 a dadgeha cezayên giran a 2 a vî bajarî, bi sê meh hesp û salek hepsa ragirtî hat cezakirin.

Dadgehê ev welatiyê han bi “propaganda dijî nizamê bo berjewendiya yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê” tometbar kiriye.

Civîna dadgeha “Talbî” di 20ê Banemerê de li taya 101 a dadgeha cezayê giran a du Banê hat lidarxistin.

Ev welatiyê han di meha Rezbera sala 1401`an a Rojî de, bi danîna barimteya 300 milyon Tûmenî heya dawîhatina dozê, bi awayekî demkî ji girtîgeha Banê hatiye azadkirin.

Ev welatiyê Kurd 30’ê Tîrmeha 1401’an, li çarêya “Sale Abad” a bajarê Banê, bi bê nîşandana belgeya dadgehê ji aliyê îtla`ata Spaha Pasdaran ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha vê rêkxirawê li bajarê Sinê hatibû veguhastin.

Ribwar Talbî piştî lêpirsînê bo girtîgeha Bane hatibû veguhastin.