Welatiyekî Baneyê 15 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn

11:08 - 30 Gulan 2023

“Mihemed Şerîfpûr Bayendre”, welatiyê bajarê Banê, ji aliyê taya 101 a dadgeha cezayên giran a vî bajarî, sê meh hepsa te`izîrî û salek hepsa ragirtî hat cezakirin.

Civîna tohmetên “Şerîfpûr” roja 20ê Banemerê li taya 101 a dadgeha cezayên giran a du Banê birêve çû û dadgehê ew bi “propagandakirina dijî nizamê bo berjewendiya yek ji partiyên Kurdî yên opozisyona hikûmeta Îranê” tohmetbar kir.

Ev welatiyê Kurd 30’ê Tîrmeha 1401’an, li çar rêya “Sale Abad” a bajarê Banê, bi bê nîşandana belgeya dadgehê ji aliyê îtla`ata Spaha Pasdaran ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha vê rêkxirawê li bajarê Sinê hatibû veguhastin.

“Mihemed Şerîfpûr Bayendre” piştî heyama lêpirsînê bo girtîgeha Banê hatibû veguhastin û li meha Rezber a sala 1401`an de bi danîna barimteya 300 milyon Tûmenî heta bidawîhatina dozê bi awayekî demkî ji girtîgeha Banê hatibû azadkirin.