Girtîgeha Nexedê: Mihemed Azerberzîn bi danîn barimteyê hat berdan

10:57 - 29 Gulan 2023

Roja yekşemî 7’ê Cozerdanê welatiyê Kurd yê bi navê “Mihemed (Şîrzad) Azerberzîn” temen 26 salî û kurê Ebdulqadir û xelkê Pîranşarê bi danîna barimteya 5 milyar Tûmenî ji girtîgeha Nexedê bi awayekî demkî hat azadkirin.

“Mihemed Azerberzîn” di Banemera sala 1402’an de ji aliyê taya 102’ê dadgeha Cezayên giran a Pîranşarê ve bi serokatiya dadwer “Reza Qehremanî Sa`etlû” bi 15 meh û rojek girtîgeha te`zîrî û bi Du milyon Rîal cezayê pereyan ji bo sindoqa hikûmeta Îslamiya Îranê hatibû mehkemekirin. Bi "Molotofek ku bi xwe çêkirî ye, 7 meh û 16 roj cezayê girtîgehêû herwisa bi tohmeta “guh nedaye berpirsên leşkerî yên hikûmetê" 7 meh û 16 roj cezayê girtîgehê û 40 qamçî li cihekî veşartî û dûr ji raya giştî hatiye dayîn. Ji xeynî serî, rû û perçeyên nepenî bi tohmeta "beşdarîkirin di têkdana aramî û ewlehiya giştî" hatiye cezakirin.

“Mihemed (Şîrzad) Azerberzîn”, roja Yekşemî 6`ê Sermawez a 1401`an, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û piştî bidawîhatina pêvajoya lêpirsînê, ji yek ji navendên ewlehiyê yên Pîranşarê bo girtîgeha Nexedê ibû veguhastin.