Darvekirina girtiyek li girtîgeha Sinê

16:32 - 28 Gulan 2023

Sibeha roja Yekşemî 7`ê Cozerdanê, biryara îdamê ya girtiyê bi navê “Ebdulrehman Mozeferî” kurê Ehmed xelkê bajarê Qorwe, li girtîgeha Sinê birê ve çû.

Ev girtiyê han 17 salan beriya niha bi tawana “kuştina bi zanebûn” li gundê “Meşîr Abad Oriya” a ser bi Qorwe ve hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê darvekirinê bo hatibû birîn.

Di vê heyamê de ev girtiyê han li girtîgehên Qorwe, Kirmaşan û Sinê de maye.

Heta niha nûçeya bidarvekirina vî girtiyê ji aliyê navendên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.