Nezelaliya welatiyekî Kurd li girtîgeha Nexedê de

18:00 - 21 Gulan 2023

Welatiyê Kurd ê bi navê “Nasir Dale” kurê Osman xelkê gundê “Zeng Abad” yê ser bi navçeya “Şîn Abad” a Pîranşarê, tevî derbasbûna 9 mehan ji dema binçavkirina wî, heya niha jî di girtîgeha Nexedê de di rewşeke nexuya de ye.

Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han ji mafê hebûna parêzer bê par bûye.

Roja Înê 4’ê Xermanana sala 1401’an, hêzên ewlehî ev welatiyê Kurd bê nîşandana belgeya yasayî binçavkirine û bo girtîgeha Îtila’ata Pîranşarê veguhastine.

Nasir Daleh piştî çend rojan li girtîgeha îtla`ata Pîranşarê de mabû, bo lêpirsînê bo yek ji navendên ewlehiya Urmiyê hatibû veguhastin.

Ev welatiyê han piştî lêpirsînê bo girtîgeha Nexedê hate veguhastin.

Heta niha derbarê sedema binçavkirin û tometbarkirina vî welatiyê Kurd de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.