Di sala 1401`an de 225 kolber hatine kuştin û birîndar kirin
Li gor amara tomarkirî li Saziya Mafê Mirov a Kurdpa yê, di sala 1401’an a Rojî de, Komara Îslamî ya Îranê 225 kolber li Kurdistanê birîndar û kuştine, ku 6 kes ji wan temen wan 18 salî ne.
Ev amara li gor haletên tomarkirî li navenda amarê ya Saziya Mafê Mirov a Kurdpayê tên weşandin û dibe ku amarên rastîn ji vê zêdetir bin.
Li gor amara Saziya Mafê Mirov a Kurdpayê di sala 1401`an de, li ser hev 225 kolber li Kurdistana Îranê hatine kuştin û birîndarkirin. (29 kuştî, 196 birîndar)
Çawaniya kuştin û birîndarbûna kolberan:
Gulereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên Îranê: 177 halet
Ketina ji bilindahiyê: 20 halet
Lêdana ji aliyê hêzên leşkerî ve: 7 halet
Teqîna mînê: 4 halet
Sirr û seqem û mana dinav berf û bagerê de: 2 halet
Di dema kolberiyê de ketina nav avê: 1 halet
Qezayên trafîkê yên li ser rêya kolberiyê: 14 halet
Navçeyên herî sînor ên kuştina kolberan (bi rêz):
Yekem; Parêzgeha Kirmaşanê, navçeyên sînorî yên Newsûdê bi rêjeya ji sedî 47 herî zêde qurbaniyên kolberiyê hene.
Di rêza duyem de, navçeyên sînorî yên Banê li parêzgeha Kurdistanê, hejmareke zêde ya navçeyên sînorî yên ku di encamê de kolber li sînorê Hengejale de hatine kuştin û birîndarkirin bi rêjeya ji sedî 35 pêk tê.
Agahiyên kuştî û birîndarên zarokên kolber ên di bin 18 saliyê de:
Ferhad Mînayî, Ramîn Bawecanî, Amanc Azerpûr, Sîna Nadirî û Manî Hebîbî zarokên di bin 18 saliyê de ne ku li navçeyên sînorî di encama gule reşandina rasterast de birîndar bûne û Hîwa Êxtiyar El_Dînî jî yek ji wan zarokên temenê vê di bin 18 saliye de ye ku bi sedema sirr û seqemê li sînorê Hengejaleyê, jiyana xwe ji dest daye.
Hejmara kuştî û birîndaran li gorî parêzgehan;
Kirmaşan; Bi dîtineke giştî ji sedî 47, bajarên Ciwanro û Selas Bawecanî hejmara herî zêde ya kolberan ji xwe digire.
Kurdistan; Ji sedî 31 bi dîtineke giştî, bajarên Banê û Seqiz hejmara herî zêde ya kolberan ji xwe digirin.
Urmiye; Bi dîtineke giştî ji sedî 12, bajarên Serdeşt û Pîranşarê hejmara herî zêde ya kolberan ji xwe digirin.
Nediyar; Niştecihbûna ji sedî 9 kolberan nayê zanîn û sedema wê jî kolberên ku ji bajarên din ên navçeyên sînorî hatine.
Lêkolînên li derheq hejmara zêde ya kuştî û birîndarên kolberên li sînorê Newsûd û Bane.
Navçeyên sînorî yên Newsûdê;
Pêştir jî çavkaniyeke haydar li ser kuştin pir hejmara kolberan li sînorê Newsûdê ji Kurdpayê re gotibû: “Di mehên borî de sînorê Newsûdê li gorî berê hatibû girtin ku hinekî azadtir bû û kolberan dikarîn hatinûçûnê bikin û gelek kolber jî, li bajarên Îlam, Serpêal Zehaw, “Ciwanro, Selas Bawecanî, Rewanser, bajarên Kirmaşanê û … hwd, ji bo kolberiyê tên Pawe û sînorê Newsûdê û ev yek jî bûye sedema hejmareke zêde ya kolberan li vî sînorî”.
navçeyên sînorî yên Banê; Bi sedemên zêdebûna Kolberan bigire heta polîtîkayên hikûmetê ku dibe sedema zêdebûna kuştina Kolberan li ser sînor.
Çavkaniyeke agehdar derbarê sînorê Banê de, hatinûçûna li vê devera sînorî û zêdebûna hejmara kolberan ji Kurdpayê re ragihandiye, ku hertim li sînorê Banê hinardekirin hebûye û hinek caran jî sînorên vê deverê kêm û zêde vekirî bûne. Lê, di van salên dawî de, bi taybetî ji sala 2015`an ve, navçeyên sînorî yên Bane û bazara mezin a Baneyê, ku mişteriyên wan ji bajarên mezin ên Îranê jî hebûn, ji ber siyasetên hikûmetê, geşbûna xwe ji dest dane.
Vê çavkaniyê kirîza aborî, bilindbûna nirxan û nekarîna gel ji bo dabînkirina debara jiyana xwe sedema sereke ya zêdebûna kolberiyê bi nav kir û da zanîn ku gelek kes neçar in ku beraxwe bidin bi kolberiyê. Xelk kolberiyê jî wek karê duyem hilbijartiye, ji ber ku di dabînkirina lêçûnên jiyanê de rastî gelek pirsgirêkan hatine. Heta hejmareke mezin ji xwendekaran dest ji xwendinê berdane û berê xwe dane kolberiyê, wan nebûna paşerojê û çarenivîseke diyar a berdewamkirina xwendina xwe li welat nîşan didin.
Çavkaniya navborî dibêje, yek ji sedemên zêdebûna hejmara kolberan li sînorê Baneyê ew e ku ev sînor weke yekane deriyê vekirî yê parêzgeha Kurdistanê ye. Ew dibêje ku piraniya kolberan ne Baney ne û ji bajarên Serdeşt, Pîranşar, Bokan, Mehabad, Dîwandere, Kirmaşan û di vê navberê de welatiyên Faris li bajarên Qezwîn û Zencanê jî tên bo kolberiyê. Kesên Efxanî jî hebûne ku kolberî kirine.
ev çavkaniya îşare bi wê yekê jî dike ku zêdebûna hejmara kolberan jî bûye sedema zêdebûna kuştina wan, lê ji aliyê din ve çavkaniyên Komara Îslamî di nav sedemên zêdebûna teqe li ser koubranan de sê sedeman binav dikin;
Yekem; Li gorî saziyên hikûmetê, kolberan gelek tiştên ku li gorî qanûnên Îranê qedexe ne, ji derve vediguhes in, di nav de vexwarinên alkol, çek, û alavên pêş-hilberîna madeyên hişber, bê guman, tenê anîna vexwarinên alkolî dikare rast be, û yên din ji îdi`ayan wêdetir ne tiştek din in.
Duyem; Di 29’ê Tîrmeha sala 1401’an de li sînorê Baroşkanî ya Baneyê du wezîfedarên leşkerî hatin kuştin. Çavkaniyên hikûmetê îdi`a kirin ku ev her du wezîfedar ji aliyê hêzên dijberên Komara Îslamî ve hatine kuştin. Heya niha eşkere bûye ku ev her du wezîfedar bi sedema pevçûna li ser bertîlên qaçaxçiyan ji aliyê hêzên wan ve hatine kuştin û heta li ser tiromobîla van hêzên kuştî jî şopa guleyên Doşka hebû, ku tenê dikare ya hêzên leşkerî be. Piştî vê bûyerê piraniya wan çekên ku berê dabûn wan leşkeran ji bo derbasbûna wan ji sînor negirin, hatin komkirin û niha piraniya leşkeran çekên kelaşnîkov û ZHê hene.
Sêyem; Di demsala Havîna sala 1401’an de, li ser girtina xelkê Urmiyê, hikûmetê îdi`a kir ku ev kes “destûpêvendiyên Îsraîlê” ne û bi rêya kolberan alavên hanê derbasî Îranê kirine. Digel ku tu belgeyek ji bo vê îdi`ayê tune ye û xelk dizane ku her dema ku hukûmet li derveyî Îranê di bin zextê de be, dê tola gelên hundirê Îranê bistîne.
Amadekar: Evîn Mistefazade