Hilweşandina cezayê Tohîd Derwîş li Dîwana Bilind a welat de

11:17 - 15 Adar 2023

Roja Çarşemî 3`ê Reşemeyê, taya 9 ya Dîwana Bilind a welat biryara 10 sal heps digel dûrxistin bo girtîgeha Ehwazê û dana 5 milyard Tumen zirara bankê bo “Tohîd Derwîş” naskirî bi (Loqman) welatiyê Kurd yê xelkê gundê Girnavîk a ser bi herêma Kotola ser bi bajarê Xoyê hilweşand.

Bi qebûlkirina nerizatyetiya wî welatiyê Kurd li taya 9 ya Dîwana Bilind ya welat de, dosyeya navbirî bona pêragihîştina dubare bo taya wek vê hat şandin.

Di biryara Dîwana Bilind a welat de hatiye: Tawanên şer û bikaranîna çekê bi mebesta can, mal û namûsa xelkê yan jî tirsandina wan e, bi dayîna 50 milyar Rîal ji banka Speh ya li meydan Cîhad a Nîverêya Tewrêzê ceza kiriye û eva jî tevî vê yekê ye ku li gorî teoriya karnasê fermî yê dozgeriyê di rûpelên 83 heta 89 ya dosyayê de hatiye rêzkirin, ziyana ku gihandiye vê bankê bi qasî 17 milyar Rîal e. Li gorî xala 4 ya madeya 469 ya yasayê li dadgeha biryarê ji nû ve hilweşandin.

Mesûd Şemsnejad yek ji parêzerên dosyeya vî welatiyê Kurd jî li ser rûpela xwe ya Instagramê ev nûçe piştrast kir û nivîsî: “Bi bextewerî ve piştî ku dosyeya girtiyê mehkûmkirî Tohîd (Luqman) Derwîş li dijî dadgeha şoreşa Tewrêzê radestî dadgeha Şoreşa Tewrêzê hat kirin. Dadgehê parêznameya min û hevkarê min yê rêzdar qebûl kir û ji bo tohmeta şer weke hincet hat dîtin û daxwaz ji bo darizandinê ji nû ve hat guhdarkirin."

Tohîd (Loqman) Derwîş di meha Befranbara îsal de, ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreşa Tewrêzê ve bi 10 sal heps û dûrxistin bo girtîgeha Ehwazê û dana 5 milyar Tûmen ziyana bankî hatibû cezakirin.

Tohîd (Laqman) Derwîş roja 7’ê Rezbera îsal di xwenîşandanên Tewrêzê de hatibû binçavkirin û ji aliyê dozgeriya Giştî û Şoreşa vî bajarî ve bi “şer” hatibû tohmetbarkirin.

Hêzên ewlehiyê ev welatiyê han bi tohmeta beşdarbûna di şewtandina yek ji bankên bajarê Tewrêzê de binçavkirbûn û ji bo îtirafkirina bi zorê bi tundî îşkence kiribûn.

Tohîd Derwîş, 27 salî û bavê du zarokan, ajovanê Snapê bûye. Piştî erdheja Reşemeya sala 1398’an û ji destdana mal û warê xwe, malbata Derwîş neçar man gundê xwe terk bikin û li bajarê Xoyê bimînin.